the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ûsivê Elîyê Mihikê

Xezalê

Ho yo wezê xezal im, xezala çiyangê Şengalê lê lê lê lê wê bi dar e Wez ê werdek im werdekî golî Şiranê, lo lo lo lo, wê bi zarê Were wezê destê qecerê papasê gundê mêra da lê û lê lê tengezar im Ho yo lê qecero papazo lo lo lo lo mi berde Nav xwarina mi evdala Xwedê li mal da li mi bûye lo kul û derd e Were doşeka mi evdala Xwedê cîle ber seriya mi lo li erdê Qecerê papasê mêra xezalê canê lê mi bernade hê û hê Ho yo minê go xezalê canê lê û lê lê û lê lê da bibînî Ji gulê ji sosinê, ji darê ji darçînê, ji mixê ji mixêkê, ji rihanê lê lê û lê lê da bi bîn î Qecerê papasê gundê şindê bûmê mêra Şevekê nîvê şevê dikevê ji nava sing û berê mi evdala xwedê Ji gulê ji sosinê, ji darê ji darçînê, ji mixê ji mixêkê, lê diçirpînî, hê û hê Ho yo bira Xwedê dê û bavê mi ra nehêle Çawa wezê negirtim nedame xortekî çarde salî, lê û lê,çaxa mi ra Wezê girtim dane qecerek ji qecerek lo ji papasekî mêra Ho yo xangê qecerê papasê mêra lê lê û lê lê, wê bi bîn e Xezala canê wezê roja hesab dikim roja hefta lo lo, dora min e, hê û hê

Bêjebêje © 2015-2024