Ûsivê Etar
Nîgara Heso
He way wayê de way wayê, way wayê, way Nîgarê
Nîgara Heso, xwe aliye tavê da ba kir qesta delaliyê dilê xwa kir
Wezê heta çûme welatê xerîba zivirîm hatim
Hela wê gulê siyarê elê destê Nîgara Heso destê mi xelas kir
Wele nayê, bîle nayê, wezê çûme ber tê be tê nayê
Heta xwaş bim rûbarî dinyayê tu car tu car kula Nîgara Heso dilê lê, mi dernayê
Waxe de hay wayê, way wayê, way wayê, way Nîgarê
Ê de divê dîkê nîvê şevê li me rabû
Dikê nîvê şevê li me rabû, wele mi nemayê
Nîgara Heso mala bavê derketiye lo çira vî heva bû
Wezê heta çûme welatê xerîba zivirîm hatim
Destê Nîgara Heso destê mi xilas bû
Wele nayê, bîle nayê, wezê çûme ber tê be tê nayê
Heta xwaş bim rûbarî dinyayê, tu car tu car kula Nîgara Heso dilê lê mi dernayê
Wayê de hay wayê, way wayê, way Nîgarê
Gelî malî gundîno, gelî xwayî xwedano
Bejna Nîgara Heso dara nava çêrê
Wezê heta çûme welatê xerîba zivirîm hatim
Destê Nîgara Heso girtin dane mala mêr e
E de hay wayê, way wayê, way Nîgarê