the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ûsivê Mihemmed

Lê Dînê

Çongê binê belekiyê fêza mala wezê mame Were tu dîn î, wî tu dîn î, tu dîn î, wî tu dîn î, tu dîn î Ê de Germa nîvro bangê vê berêvarê De wê mi ra,wezê kula dilê xwe ra hêdî hêdî heliyame Wê wê tu dîn î, tu dîn î wî tu dîn î, tu dîn î Wey gidîno malê me danîne zozanê bilind cîkî dêm e Ê de rinda min, bedewa min, hebûba minê qeyter hilda, vê navrojê meşiya çêm e Wez evdalê Xwedê wezê mêvanê xalê sing û berê, ne dijminê vê kekê me Were tu dîn î, wî tu dîn î, wî bêbextê lê lê tu dîn î Ê lê rinda minê, bedewa minê, ne mi te ra digo vir da were, vir da were De malê me danîne zozanê bilind, dîsa dewsa warî par e Gîdîno wele rabin temaşe kin Rinda min, bedewa minê dabû ber eynika gewer toqa zêr î zer e Were tu dîn î wî, tu dîn î, tu dîn î, oy ax, wî dîn î tu dîn î oy

Bêjebêje © 2015-2024