the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ûsivê Sê Bira

Tew Dînê

By: Ciwan

Ez ne dîn im te dîn kirim hay lê dînê Ez ne dîn im te dîn kirim tew tew dînê Çol û pesara wer kirim hay lê dînê Ez kûvî bûm kedî kirim tew tew dînê Konê bavê te giran e tew tew dînê Şêniya bavê te giran e tew tew dînê Bar kirî ga û garan e hay lê dînê Tirsa min ji roma giran e tew tew dînê Konê bavê te hindik e hay lê dînê Bar kirî ga û golik e tew tew dînê Tirsa min ji roma hindik e way lê dînê Tirsa min ji roma hindik e tew tew dînê Vî feratî bi nalenal e hay lê dînê Vî andêrî bi nalenal e tew tew dînê Ber xwe anî qoç û qal e hey la dînê Memikê dînam sêvê tal e tew tew dînê Vî feratî xurşexurş e way lê dînê Vî andêrî xurşexurş e tew tew dînê *Ji Radyoya Êrîvanê

0

Bêjebêje © 2015-2025