the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ûsivê Sêbira

Derwêşê Evdî

Delal delalo, delal delalo, delal delalo, delal delalo Têlî heyra divê yarê Derwêşo, berîka me bişewite, berî bi ripîn e Berîka me bişewite, bi ripîn e Sê konê li binê berîka jêrîn vegirtine Konê pêşîn konê Zor Temîr Paşayê Milî Mala zengo zêrîn têlî Edlayê divê mala bavanê min e Konê dinê konê rehmetî apê min e Konê dinê konê keleş Derwêşê Evdî mil hi kilî çavê min e De wele mi go wezê nexweş im halê mi tu nîn e Bextê we Xwedê me konê Derwêşê Evdî ziyaret e Hûn ê mi qasekî mi bivine binî hey lo lo lo, hey lo lo lo, hey lo lo Eza nemînim li darî dinyayê piştî Derwêşê Evdî xeya lo lo lo lo lo Delal delalo, delal delalo, delal delalo, delal delalo Ya wer Derwêş, çima mi te divê, te mi navê Derwêş çima mi te divê, te mi navê Wele çawa mi te divê, te mi navê Ezî bala xwe didimê minê malekî zor î zaf î giran ji te navê Minê keriye miya, colî berxa ji te navê De wele minê ji te divê, berçîtekî dara Min kutekî ji darî, darî benavê Malê me danîne li kewkebî bilind Çiyayê Evdilezîzê ya Derwêş li vê ortê li vê navê Xwedê zane gava keleş Derwêşê Evdî bive mêvanî mala bavê mi keçikê mi bêtilheyayê Eşîra Kîka, Mila, binî konê reş î erebî rûniştî ne Ji xeynî Derwêşê Evdî, kekê Sadûn lawikê êzîdî, mi tu Îbadî navê Hey lo lo lo lo lo, hey lo lo lo, eza nemînim li darî dinyayê xeya lo lo lo lo Delal delalo, delal delalo, delal delalo, delal delalo Yawer Derwêş Mêrdînê bişewite li pozî zinêr e Mêrdînê bişewite li pozî zinêr e Ezî bala xwe didimê, sibê mi kubarî sibê ra, qebeqeba kewî nêr e Wele keleş Derwêşê Evdî Urfayê dikişîne ji qewnêr e Sînekî Eyntabê dikişîne derza qolincê re Lingê xwe kire likêba Urfayê Îro sê ro xwe berdabû berîka şewitî benî wî bişewite li mi jêr e Hey lo lo lo lo lo, hey lo lo lo, eza nemînim li darî dinyayê xeya lo lo lo lo Delal delalo, delal delalo, delal delalo, delal delalo Sibê bi kubarî sibê re, bi azîna melê re, qebeqeba kewî nêr re 808 Minê gazî kirî Fato Eyşê çil qîzikê gundiya, serê mi şûştin avî gula sabûna Helebê Çil û çar gulî honabûn berdabû navê, minê li bejnê xwe berdabû şalqunî mîratê Şamê Tena kirasî melese sibê kubarî sibê re, ezê meşiyam kanîka Dezileyna şewitî Pêşiya keleş Derwêşê Evdî delalî malê pê re Mi dî sibê bi kubarî sibê re hatî huşîna Urfayê Pê re pê re qîrîna keleş Derwêşê Evdî lawikê delalî malê pê re Yawer mi go Derwêş peya be, peya be, hunerê çokê mi peya be Qewetê milê mi peya be Serê mi bi gorî, seheta mi qurbano Derwêş xeyîdiye mi ra xeber nade Derwêş yawer mi go peya be Li mi qerar û wade be Ez ê te nadim Hemê kin her du lawê Mûsik Roja dinya ava bû, evan şêra qurişekî navên xizna xunkêr e Rojê sê car kumê xwe davêjin qedê ji belê re Ji qar û qitranê kurê bava nabin têr e Hey lo lo lo lo lo, hey lo lo lo, eza nemînim xeya lo lo lo lo

Bêjebêje © 2015-2024