the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ûsivê Sêbira

Tew Dînê

Ez ne dîn im te dîn kirim, hay lê dînê Ez ne dîn im te dîn kirim, tew tew dînê Çol û pesara wer kirim, hay lê dînê Ez kûvî bûm kedî kirim, tew tew dînê Konê bavê te giran e, hay lê dînê Şêniya bavê te giran e, tew tew dînê Bar kirî ga û garan e, hay lê dînê Tirsa min ji Roma giran e, tew tew dînê Konê bavê te hindik e, hay lê dînê Bar kirî ga û golik e, tew tew dînê Tirsa min ji Roma hindik e, way lê dînê Tirsa min ji Roma hindik e, tew tew dînê Vî Feratî bi nalenal e, hay lê dînê Vî andêrî bi nalenal e, tew tew dînê Ber xwe anî bi qoç û qal e, hey lê dînê Memikê dînam sêvê tal e, tew tew dînê Vî Feratî xurşexurş e, way lê dînê Vî andêrî xurşexurş e, tew tew dînê

Bêjebêje © 2015-2024