Ûsivê Sêbira
Ûsivê Sêbira
Lo dilê mi liyan e, dilê mi liyan e, lo dilê min liyan e, dilê min liyan e
Ji mi ra divên wez Ûsivê sêbira me
Sala hezar û nehsed û şêst û pênca
Ezê ji xwe re li Sûriya me, dilo cano ezê hiliko nînada me
Minê xewnek xewna xwe de dîbû
Minê xewna xewnê xwe dîtibû
Wele koma doran go Ûsiv bira Xwedê xewna te xêr bike
Saloxa bide xewna te çi qanûn û çi tirzî bû
Go rehma Xwedê bavê hazir û godara be
Di oringê mi de xewna êvara nadê xewnekê pîroz î rihmanî bû
Mi dî hingê cane ber serê Ûsivê sêbira rûniştî bû
Gava nîvê şevan û pêve serê mi girt û hejandibû
Gava mi çavê xwe ji xewa şîrîn vekir
Hebekî li vê xewnê werin çi bîmezî weka çiyakî mazî
Go lo Ingêro Ingêrcano, serê mi bi gorî, siheta mi qurbano
Xeweka şîrîne mi şiyar dikî, vê şevê çi ji mi dixwazî
Kuro metirse tiştekî tu naxwazim, tu ne Ûsivê sêbiran î
Wey lo mi go Ingêro Ingêrcano, serê mi bi gorî, siheta mi qurbano
Madem tu Ingêrcan î vê şevê tu ji xwe zanî
Go mizgîniya mi ji te re
Pênc roj û pênc şeva dimeşî gemîyê ser baran î
Gava tu bikevî bajarê Lûsevanê, tê binêrî çar nikarê wî çiyan e
Wele berî gemîyan e mi go Lûsevanî zor zane
Kinarî ku kafirîmê de denêne babasamankarin deynin şênîkan e
Mi go mîran bav û bira rabe
Dîmon ser dîmonê bide hikûmeta Maînsane
Em ê sorga bavê mi go Apovyane
Zara bavê sinhet û mekteban e
Hilîne qanûnê haylinikê bavê me yî Ayistan e
Me re gava hatine Apovyan e, ezê çûme ser dara di sêvan e
Çûme ziyareta Zirnîşan e
Emrêm heftê pênc salan pêre pêre dageriya çil û pêncan e