Weysî
Emro
Emro emro sibeye qîz û bûkê gundê me meşîyane w?avê
Delal, bejn zirava, çepil dirêja, porkeja, nav qendîla xwe da ne pêşîyê
Gemar û miskînya, dêkotîya xwe dane dawîyê
Qemer a min a bi nîşan dixemilî şeva xatirê dilê rezîl xwe da bu navê
Geli gundî û cînarno gilî û gazin û loma ji min nekin
Min sond xwerî tu cara li ser kawa xwe va kubar ra
Li tu qîz û bûkê xelkê ra nakim merhabatîyê tu silavê
Gidîno kubara min a nazik û nazelîn
Fenanî başordegê ji golixê muradê
Etegê Sînê bi Sînegê
Pelê xwe di weşine ji berfê ji qiraxê, ji xwe navê
Eman de ecemê lê hê hê hê?
Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be, ez ji bona te mirî me
Ax zalimê ez nizanim tu çawa yî
Emro, emro sibeye vê sibengê diçû me Heleba şewitî
Cîyê gewran û rindan, dîkê şevê nivê di şevê min xulxuland
Delal, welatê xerib bû, durzîyê du delal bûn
Ezê nexwesî bê halî nexweşê nava cîh bûm
Bê qewm û bê lêzim û bê kes û bê xwedî bûm
Serê min li ser balgî û balîfê, çavê min li xewê bû
Guhê min li guhdarîyê bû, min serê xwe ji xewa sêrîn bilindkir
Min dit cote pîrê melumê kezeb serê min sekinî bûn
Berxê, yekî kefenê min dibirî, yekî meqesê nav da difesiland
Mirin emrê Xwedê ye ez dimirim, min dit kubara min xwe dabû ber pencerê
Bi qiram û dîrhema kilê sibhanê dikira beleg çava
Vê Dîlberê Xwedê dizanibya
Gavê din da de ji kêra xwe dineqişand, xwe dixemiland
Eman de ecemê lê hê hê hê?
Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be ez ji bona te mirî me
Ax zalimê nizanim tu çawa yî