the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Wîldan Sevîm

Dilê Min

Dilê'm daxa sor li ser e Heya sibê ro tê dere Yarê ji xewê raba were Li min nîne sebr û sekan Li min nîne sebr û hedan Yarê ji xewê raba were Li min nîne sebr û hedan Li min nîne sebr û sekan Tu horiya dilê jahrî Ez ê ji te ra bêjim yarê Heyran dimam hezar carî Te dil kiriya ker bi kerî Te dil kiriya ker bi kerî Emê vexwin vê şerbetê Emê bikin vê sihbetê Ji min dûr neçe yek seetê Horî tu yî ji cinetê Horî tu yî ji cinetê

Bêjebêje © 2015-2024