the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xalitê Bego

Huseynê Qeco

Koç û keriyê Hiseynê Qeco ne giran e, ketîne deşt û çiya ye wê wê Wê dayîkê dayê, dayîkê wey dayê Wê gulekê li Huseynê Qeco bavê Nazikê dane Bayê gulê ra ez mehrûma Xwedê kewê didimê kew lê nayê Dayê, dayîkê, wey dayê Ê lê erdê koliya Bişêriyê erdekî wê di ter e, wê di ter e Dayika, weydayê Wê gulekê li orta meydanê Hiseynê Qeco bavê Naziliyê dane Ez porkura Xwedê dinêrim Bayê gulê ra zarê devê wê şîrîn nagere dayê Wê wê wê dayîkê, wey dayê Lê lê erdê Bişêriya komilî, ji dilê mi ra erdekî wê gav e Wê wê dayîkê, dayê, hey dayê Koç û keriyê Hiseynê Qeco ne giran in Ji dilê mi ra de wê dane navê hê hêêê Wê wê wê dayê, dayîkê, de dayê Wê gulekê li orta meydanê Hiseynê Qeco bavê Naziliyê dane Kuştine mîrê min î bejnzirav e bavo Dayê dayêêê, dayîkê, hey dayê

Bêjebêje © 2015-2024