the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xalitê Bego

Qaz Werdekê

Mi go divê qazê gote werdekê Were wemê destê hev bigrin berê xwe bidine kavila gola vê Sînekê Eman divê sing û berê kawa gozel, kawa xezala mi wisan e mîna gûzê Adilcewazê, wê zebeşê Benekliyê ax, sêvê deşta Wejtereke, xerîb ez im poşman tu yî Eman divê, wezê qaziyê bi qaziya wê Edenê Wê biharê malê me çûne, wez û tu maye deştê li germê tenê Eman divê sing û berê qaziya mi werdeka mi wisan in lê mînanî topa Mamûd axa Merî ba biharê da qurmîş ke bide li ber derê birca lê bedenê Avê xerîb ez im, de poşman tu yî Mi go xweziya canê mi go, bengî sed car bengî Gede lawikê minê sekiniye derê malê, şalê şapik qawerengî Wî lawiko malxirabo, te yê dêrisê gunda da ne ez xwestim ne revandim Kirime desmaleke li ser destê xwe alandim De mi evdala xwedê kiriye gazî, kiriye dengî

Bêjebêje © 2015-2024