the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xalitê Bego

Sanê

E lê Sanê rebenê, melekê ser kageşê Sanê mehrûmê melekê ser kageşê Sole me ye boşengê, çenta hildaye gelîkê sî ji çaliyê ra hûr dimeşe De bira salê minê Sanê xêrê qet nevînin Sala îsala ji hev qetandin destê min û Sana çavbelek anî gewerê Gulîkejê, delî pala, delîlê ay ay ay Ê lê Sanê rebenê, kaniyê gundê me di xwar da Sanê mehrûmê kaniyê gundê me di xwar da Delîl bava minê xundekî xwuvistanê dîtiye ji êvar da De bira sebebê min û Sanê xêrê wayê qe nevînin Sala îsalîn çawa ji hev qetandin, destê min û Sana çav birî belek ji bû aja Delîl ba delîlê lê Ê lê Sanê rebenê, dilê mi Germa vê havînê Sanê mehrûmê dilê mi Germa vê havînê Ez ê singê xwe vistanê daynim pal kona binê şaneşînê De bira sala sal îsalê tu cara destê min û Sanê ji hev neqetin Ji hev qetîne qaste qolfelekê çîke mêrê vê mirinê Delîl ba delîlê vêje

Bêjebêje © 2015-2024