the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xanemîr

Agir

Nava kaniya derdan da xeberek hatî Gava min dît ewrê reş çavê min ketî Agir berda canê min, şewat xiste dilê min, Jîna mezin daye min Soz û qerar nemaye bextê dunyayê Neqencan ra şirîne pey başan nayê Agir berda canê min, şewat xiste dilê min, jîna mezin daye min Pir pêwîste ji bo me sebira zanistî Bo em xwe ava bikin çêkin biratî Agir berda canê min, şewat xiste dilê min, jîna mezin daye min

Bêjebêje © 2015-2024