the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xanemîr

Ey Zagros

He şopa siwarên tofana giran li ser Pişta te dinale Hê bi birîn in rûpelên dîroka te Tu çima sînga xwe vedişêrî Di zivistana sar û seqem de Ji kulîlkên buharê re We hê çend şev bi bager bin li awirên te Wê hê çend karwan bikevin Wê hê çend kevok biqefilin li hêlînên te Ma heta kengê wê senfoniya mirinê Bifûre li ser banî û pasarên te Wan çavên geş û dilên pak li hêviyê Biharê ne Hewarê radigihînin berbangê re Rê bide Zagros ji karwanê evînê re Rê bide bila tûvên biharê bibizirînin Mijên te Zagros Rê bide ku hêviyên azadiyê bibiriqe Rê bide û rê bide Karvanek rê ket çiyayê Zagros Mij û dûman ketin ber roj Roj çû ava şev bû tarî Dîsa li me befir barî Heval were ez benda te me Ba û bager hişk û sar e Zivistan wek gurê har e Dilê min de hêviyek heye Carek dinê bihar were Heval were ez benda te me

Bêjebêje © 2015-2024