the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xatoyê Hemo

Bavê Fexî

Hayî haydê, haydê minê, hewar li minê, hewar li minê Ay dê dilê minê şev e, li min şev e Ay de siyarê Mala Nasir siyar bûne, minê balaş beda Ê da Bavê Fexriya ne li tev e ax Ay salixa bi solixa divên Bavê Fexriya a sê gula birîndar e ax Wezê bêjim hekîmo doxtoro, wezê bextê te me Wezê ber û memikê xwe jêkim ji Bavê Fexriya ra têke derman mîn û kew e De bira li Bavê Fexriya here nava heval û hogira gera şêr Seqetî destê Bavê Fexriya da tune be Ay a dilê minê ji îniyê heya îniyê hay li minê De çawa lingê bavê Fexriya nagire rikêfê destê wî maqûlî nagire dizgîniyê Siyarê Mala Nasir siyar bûne li hevra dinê Tawetî nakeve Bavê Fexriya têkeve nivînê ax Ay sala par van çaxa li Bavê Fexriya gula li min, hawar nayê, hawar li minê De hûn ê bala xwe bidinê salê îsalînê çawa birîndarê şûra na qemayê De wezê bêm Bavê Fexriya ra tewr uxiyar u bikêb sava gerim rûbarê dinyayê

Bêjebêje © 2015-2024