the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xatoyê Hemo

Eyşana Elî

Ay de lê lê lê wayê, lê lê lê lê wayê, lê lê lê lê wayê, lê lê lê wayê Ay de li mi go Eyşanê lê wayê, sivikê lê wayê, birûqelemê lê wayê Koçerê çûçikê xweş hevalê Gelî li hevalna, cînarna, rast e li Eyşana Elî demê xwe va pir qemer e Zerê zer memikê Eyşana Elî sêvê xwordînin Eyşan Ay dê kulîlka nava şovan û mêrgayê Qudreta Xwedê çevikê danû reş in Kilê sibhanî lê neke qe jê nayê Ay de lê lê lê wayê, lê lê lê lê wayê, lê lê lê lê wayê, lê lê lê wayê Lê lê lê lê Eyşanê lê wayê, çûçikê, koçerê, xweşhevalê Gelî li hemiyana cînarina, rast e Eyşana Elî demê xwe va pir qemer e Sing û berê Eyşana Elî wisan e mînanî peleke pela berfa Çiyayê Melezgirê Meha temûz û tebaxê lê bê birinca lê tevê dayê Bextê mi ra qamê dilo perî perî niqut niqut heliyayê Ay dê kulîlka nava şovan û mêrgayê Qudreta Xwedê çevikê danû reş in Kilê sibhanî lê neke qe jê nayê Ay de lê lê lê wayê, lê lê lê lê wayê, lê lê lê lê wayê, lê lê lê wayê Ê lê mi go Eyşanê, lê lê lê wayê nazikê, çûçikê, koçerê, xweşhevalê Malxirabê de mi go kirasê te yî tenik î pela me de tu bera bejna xwe meke Nava şewitî xopanê gundê me da qe megere Çima tu nizanî zilamê gundê me pir in pirgelî ne, seva te û çavê biriyê reş û belek heliyane lê Ay de lê lê lê wayê, lê lê lê lê wayê, lê lê lê lê wayê, lê lê lê wayê Eyşanê lê wayê, sivikê, birû qelemê, koçerê, xweşhevalê Malxirabê de tu ser baniya xwe meke Gelî hemiyana, cînara de hûnê biriyê çava Ber û bejna li Eyşana Elî bikin Eyşanê ay ax Ay dê kulîlka nava şovan û mêrgayê Qudreta Xwedê çevikê danû reş in Kilê sibhanî lê neke qe jê nayê Ay de lê lê lê wayê, lê lê lê lê wayê, lê lê lê lê wayê, lê lê lê wayê Ay de li xizêm şorê dosta kemê malxirabê çima tu nizanî Îsal çend û çend salê min in Wezê ber çav û biriyê tenê reş û belek ketime Wezê heta rokê sax bim rûbarê dinyayê Hela wezê sala te vê bejnê ne poşmanê Ay dê kulîlka nava şovan û mêrgayê Qudreta Xwedê çevikê danû reş in Kilê sibhanî lê neke qe jê nayê

Bêjebêje © 2015-2024