the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xatoyê Hemo

Gidî Lo Lo

Were gidî lo lo, gidî lo lo, gidî lo lo, gidî lo lo Were gidî lo lo, gidî lo lo, gidî lo lo, gidî lo lo, wey axao Hey lo lo birano, bejna Bavê Şikrî zirav e Mînanî têlê têla vê rihanê De wekî merî dane bajarê şewitî vê Pîranê Bavê Şikrî divê wez ê vê sibê rabim tilî û pêçiyê xwe mifte kim Wez ê derê hebsa Sêrtê girtiyan û patima vekim A de rengê girtiya zer e, zerûnîn e, lingê wane qeydê ne, destê wane kelebçê ne Yê bavê me gazî difire de bira derdê hebsa Sêrtê tu cara çavê xwe nevîne ax Hayê hey lo lo birano, bejna Bavê Şikrî zirav e Mînanî têlekê têla ket e Wêşîn dike, bajarê Sêrtê derê nizaretê Bavê Şikrî divê wez ê serê ordiya bifirînim Derpîyan u patima berde bira nav û dengê min here sara bistebalê cem dewletê Hayê de gava wê gotinê dozde çawîşa dora Bavê Şikrî wan digirtin Digo di salixa teyê kuştiye sê maqûlê vê dewletê A de wexta milê bavê Şikrî wan digirtin Digirtin davêne hebsa Sêrtê lo lo birano sed sal danê

Bêjebêje © 2015-2024