the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xatoyê Hemo

Hey Wax Li Min

Hayê ay de hey wax li min, hey wax li min, mala minê Hesenê Mala Mûsa mala bavê mi da tembûrvan e Der û cixara destê Hesenî pismamê min modînê taxima serî da karîbar e De hûn ê Xwedê bikin, hûn ê Xwedê li bihebînin Hûn ê Hesenê pismamê min nekujin Hesenê pismamê minê sedî mêra ay zêde ye Olo Heseno qurban, wezê vê sibê rabûm çûme Cizîra Bota hikûmatê A de çentirê derê qubedarê vê dewletê Wezê divêm bûy navê Xwedê ve hûn ê Hesenê mala Mûsa nekujin Bûy xatirê mi pîrê mi hermetê De îro sê roj e mi bihîstiye we yê Hesenê pismamê mi kuştiye Cinyazê wî hiştiye bêlanê jorê lo ber hêybetê Olo Heseno qurban, tuyê roja eydanê qurbanê Qîzê xortê gundê me meşiyane vê dîwanê Wez û Hesenê pismamê xwe va mane bêlanê jorê vê lêylanê Ay de nîvro şûnda li mêr hêsêrdanê Ay de hey wax li min, hey wax mala minê Hesenê Mûsay ne mêrê kuştinê ye, li hewa di riya Xwedê da be Çevê belek çawa ax lê reş ketinê De wez ê kofî kitanê xwe hildim herime Stenbola şewitî Pey Hesenî pismam ra ser boyaxa li mi reşkirinê

Bêjebêje © 2015-2024