Xatoyê Sinco
Ê lê Dînê
Ê lê dînê mal xirabûyê, mi go xwesiya pîra mine xirab e
Her sibê mi dişîne kirşa, nîvro mi pêxas dike
Malî gundîno, bextê kur û qîzê we da me
Nîvro mi pêxas dike, tî û birçî berê mi dide kavilî gûniya
Serê min evdalê Xwedê, serê xêrnediya, gurê serê çiya
Kevir kuçikê wezmana, merê rê û derba, kêvrûşkê devê newala, hirçê devê geliya
Temam temam halê mi dîna mi, dîna mi, were dîna mi dîna mi
A de dosta mi, rinda mi
Ê lê dînê mal xirabûyê, mi go xemê dilê mi xiyalê te dane, bêrê
Cixarekê mi pêçe bide destê min evdalî kalemêrî
Çima tu nizanî sê rojê felekê xayîn e kê ra naçine serî
Ya pêşînmirin e, mirin emrê Xwedê ye
Merî dimre xwe ra diçe disebire
De ya dinê xelayî ye, meriv kare sibê hetanî êvarê pê pincara çolê bidebire
Mal xirabûyê mi go ya dinê wisan e na na, şeka dila fincîna hamûdê bişkê
Merê bive ser doxtor hekîma bigerîne necebire
Were dînam, dînam, a de dosta mi, rinda mi
Ê lê dînê mal xirabûyê, mi go dilê min evdalî Xwedê pele ewrî reş î tarî
De wê girtiyê ser zozanek, zozana Elegezê
Gelî geliyê Alxwaşînê, doşek doşeka Axbaranê
Halê dilê mi ra nizam berf bû yan baran bû hûr hûr barî
Were dîna mi, dîna mi, de dosta mi, rinda mi, de kawa mi, kubara mi