the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xatoyê Sinco

Evdal û Gulê

Evdal go Gulê malxirabê çûme Xamûrê nav dewletê Wey teresê mi go wezê çûme Xamûrê nav dewletê Malî gundîno bextê kur û qîzê we da me Bejna gula mi zirav e kavilî dêre çawa li bejnê tê Go Gulê xêra mala Xwedê ra mîrê miraza ra devê mi deqa nava sing û berê te keta De bira fermana min rabûya dewleta Romê Were were, a de gula min î, de tu bermaliya mala min î Gulê go Evdalo, Evdalo malxirabo, xaniyê keşîş şînqube ye Ew xebera tu divêjî devê te zêde ye Xeta bela dûrî me ne, teniya dilê mi bigere Evdalolooo, Evdalolooo Evdal go Gulê mal xira bûyê Minê bostanekê avêtiye kundir e, kundirê bejî Avekê daye hêsirê çavê xwe û te jî Minê Rebê alemê mîrê mezin hîvî kiriye, ew agirê ketiye dilê min De bira bifire huba dilê Gula mi jî Were were, a de gula min î, de tu bermaliya mala min î Gulê go Evdalo, Evdalo mal xira bûyo Çavê mi reş e, reş bela ne Minê rojê heft cara kilê sibhanî bi kil dane De bawer dikî bawer bike, bawer nakî here der cînarê mi bipirse De heyanî niha minê dozde jinê mêr tev berdane Evdalolooo, Evdalolooo Evdal go Gulê mal xira bûyê Çûme xamûrê nav dewletê Malî gundîno bextê kur û qîzê we da me Bejna gula mi zirav e kavilî dêre çawa li bejnê tê Go Gulê wekî ser sûretê Xwedê mirazê min û teva hev nebû Were wez û tu va bûne xwişk û birayê axîretê Were were, a de gula kêyî, de tu bermaliya mala kê yî

Bêjebêje © 2015-2024