Xatoyê Sinco
Hey Lo Dilo
Hay lo dilo, hay lo dilo, hay lodilo, oy oy kinê
Were hay lo ha dilo, hay lo ha dilo, hay lo ha dilo, wax wax kinê
Bextê we me mi go bejna kina mi dara spî ye spîndarê
Wezê lê têr nabim, xulkê şîrîn, lebsê delabetî darê
Mi go xêra mala Xwedê ra di heft mîrê miraza ra
Devêm deqa nava sing û berê kina mi keta
Bira heft sala bibûma eskerê şevreş têketama li cêrgê da
Heft salê mi biqediya li cêrgê da
Paşê wezê heft sala bibûyama mêrkuştî xwîndar têketama li hebsê da
Were hay lo dilo, oy oy kinê, de hey lo dilo way way kinê
Hay lo dilo, hay lo dilo, way wê kinê
Wey teresê mi go êvar e halê dilê mi ra mexrebe ye
De mala me cînarê mala we ye
Wezê dikim nakim tu gulî serê kina mi da rûnanî
De bive nebe pêşîkî bavê we ne ji me ye
De hay lodilo, hay haykinê, de hay lo dilo way way kinê
De hay lo ha dilo, hay lo ha dilo, hay lo ha dilo, wax wê kinê
Mi go bejna kinam narincî sore mîrat nagire ber e
Bejn û bala vê teresê temam zêr e bi zêbil e
Sing û berê vê kafirê wisan e nava birincê deşta Rewanê Welexana
De salek dozde meh av li ser e
Were hay lo dilo, hay hay kinê
De hay lo dilo way way kinê