the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xatoyê Sinco

Heydero

Heydero lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo Mi go dilê porkura sergula dayîka debara xeyala xema Malxirabo malê me danîne zozanê bilind bilindanê dilê mi ra van herema De mi go Herbikê divê dijminê xelqê têlî delal dûr in dûreze ne Dijminê Heyderê lawê mi xelqê mal bi gund e Heydero lo lo lo lo lo lo mi go wê derê rûnenê, li de erd e De tu çixarekê bipêçe titûnê titûna Termisiyê Dûyê çixarê ser pîredayîka xwe da berde Dilê pîrêdayîka te hem bi kul e hem bi derd e Heydero lo, ax Heydero lo Heydero lo lo lo lo lo mi go heciyê me çûne hecê Heca peya qediya da serê wez porkura Xwedê çûme pêşiyê Minê pirsa Heyderê lawê xwe lê kiribû Go bêje çiqa çi nîşanê lawê te hene Mi go serî da fînoyê sor î tolizî ye, qotikeke reşemecîdî ye Hespeke boze xalxalî ye Go ev nîşanê tu dibêjî here Hekoyê Bemayê, birayê Besrayê Xarê sûka te deribe, qoce qocê Stenbolê, Qeredengiza şewitî Wê xwe daye ser kome komê vê qûmarê Heydero lo Heydero lo lo lo mi go, hespê delalê dilê min î çal e Hespê gede lawê min î çal e Wezê qerefilê pozê xwe jê ra bişînim, bira hespê xwe ra têke nal e Wexta diçe welatek welatê xerîbê A de bira nevêjin çi siyarekî bêpergal e Heydero lo, wez heyrano lo way

Bêjebêje © 2015-2024