Xecê
Ez û Tu
Dem payîz e
Pelên daran hemî weşiyan
Çûkên koçber ji hêlînên sêwî firiyan
Ewrên tarî esmanê şîn
Bi me giriyan
Tu li wir ma
Ez li vir mam
Tu li benda kêyî
Ez tu yar
Ji hev dur man
Tu li benda çiyî
Kenê te yê xweş
Şevçiraxa şevên tarî bû
Jiyan ji bome
Kêf û şahî dil û yarî bû
Bêje yarê çima berbang
Li me tarî bû
Gotin û Muzîk: Kadir Çelik
Helbest: Aytekin Karakaş