Xecê
Gulfiroş
ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî
pir gelek şa bûm, gul bi dil didî
gul bi dil didî
hebû me yek dil, tev jan û kul bû
ne bûme bawer, gul bi dil bidî
gul bi dil bidî
bazar me kir go, ser bi ser nadim
ê gulperest bî, can û dil didî
can û dil didî
min go kî didî, can û dil bi gul
go: ev bazar e, dil bi kul didî
dil bi kul didî
min can û dil dan, dil kiriye qêrîn
go ho cegerxwîn, dil bi gul didî
dil bi kul didî
Helbest: Cegerxwîn