a photo of Xecê

Xecê

Şox û Şengê

Şox û şengê zuhrerengê, dil ji min bir dil ji min Awirên heybet pilingê, dil ji min bir dil ji min Surşirînê nazenînê, kuştim û nakit yeqînê Wê bi çengala evînê, dil ji min bir dil ji min Xweş xeramê ez xulamê, nazikê şêrîn kelamê Tu tiya eywan meqmê, dil ji min bir dil ji min Ruhniya çavên Melayî, ew teceliya te dayî Ya ji Ehmed dil revayî, dil ji min bir dil ji min Helbest: Melayê Cizîrî

Bêjebêje © 2015-2024