Xecê
Zana û Andok
Şev e, sitêrek li asîman
Dilerize bayê pişt çiyayan
Nêzîk maye ji ber bang re
Reş dinêre kolan
Sar e ev bajar
Şev e, sitêrek li asîman
Dilerize bayê pişt çiyayan
Nêzîk maye ji ber bang re
Reş dinêre kolan
Sar e ev bajar
Zana, rêhevalê Andok
Neviyê Şêx Seîd
Bazê zinaran
Haho deng ji we nayê
De rabin heval
Neyar li pey we ye
Zana, rêhevalê Andok
Neviyê Şêx Seîd
Bazê zinaran
Haho deng ji we nayê
De rabin heval
Neyar li pey we ye
Di şax da, tariyê kevnare
Êşên elem girtî, pir xedar e
Gotin Zana brîndar e
Li ser milê Andok
Ji kûr ve dinale
Di şax da, tariyê kevnare
Êşên elem girtî, pir xedar e
Gotin Zana brîndar e
Li ser milê Andok
Ji kûr ve dinale
Andok, rêhevalê Zana
Berxê dayika min
Dengê çiyayan
Haho bila Mem bimre
Gazî dereng hat
Dest ma bê çare
Andok, rêhevalê Zana
Berxê dayika min
Dengê çiyayan
Haho bila Mem bimre
Gazî dereng hat
Dest ma bê çare