a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

28 Adarê

Bîst û heştê adarê li çiya yê gebarê Ji bîr nabe di dîrokê de cenga giran her tê de Rêheval egîd şanî demek nuh li welat anî Rêber û qehremane ji bo gelê kurdistanê Rêber û qaremane ji bo jîna şoreşvaniyê Gebarê serî rakir, ew jî mîna Diyarbekir Mazlum, Xeyrî û Kemalan, ronîka rêhevalan Hakî û Mehmet ronîne, bê mirin ew dijînin Rêber û qehremane ji bo gelê kurdistanê Rêber û qaremane ji bo jîna şoreşvaniyê Kerwanê şehîd bûnê, ji bo ala serxwebûnê Sebrî û Elî û Remezan, qehremanên Kurdîstan Şewq û ronîne ji bo me, bi mêrxwezî li berxwedan Rêber û qehremane ji bo gelê kurdistanê Rêber û qaremane ji bo jîna şoreşvaniyê

Bêjebêje © 2015-2024