a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Amed

Amed. Amed... diya min amed Amed. Amed... bûka welatê min amed Herdu rûyên te urfa û mihabad. Herdu biskên te dicle û ferat.. Bilind enya te sîpan û xelat.. Namus û şerefa kurda, amed.. Tu îro bu ye zîndan ji me re.. Bi kuştin û îdam ji keç û xortên te re.. Li ser te danîne, sînor bi top û tang û firok disere Namus û şerefa kurda, amed.. Wek te birîndarin. Dêrsim û Banê Wek te perîşanin Kerkuk û Hewlêr û Bedlîs/Wanê Wek te şop girêda yîne, Efrîn û Qamişlo û Kobanyê Namus û şerefa kurda, Amed..

Bêjebêje © 2015-2024