Xelîl Xemgîn
Bagok
Diçe Adar, dibe Nîsan mizgînî li Gulan
Kehnî û robar diherkînin ava nuh jiyan
Şîndikin darên kevnar, giyan didin miriyan
Hemî rê yên azadiyê tên ji Kurdistan
Serê rojek a buharê bi xeml û rengîn
Seranserî dîroka xwe dinivsîne bi xwîn
Tuxûbên jiyanê dinasîne Mihemed Emîn
Baxên jiyanê av dide rêheval Delîl
Tîrêjin beyanê nola tîrevana dan
Qelişandin perdên reş û tarî û giran
Pencên roja sor avêtin, birqand rû qadan
Keland axa weke volkan, gelan serhildan
Çiyayê Bagokê bi domane buhar û rengîn
Ceng û halane digere li çiyayê jorîn
Ji Dêrîka çiyayê maziya heya Nisêbîn
Eniyên cengê dikelînin hawar û qêrîn
De bila bi xela nemîne dêrîka çiyayê maziya bi mij û morane
De mîna Gebar Berzan û Benavok û Helepçe
Gelî û newalên xwe bi ser xwe de berdane
Bi sund û qesem be, emê reş û şîna xwe girênadin li ser şehîdên xwe
li ser şehîdên me li çiyayê Bagok û Dêrîka çiyayê maziya..
Ji bîra me naçe, ji dilê me derna ye, emê ji zar û zêçên xwe re bêjin...
De bila çiyayê bilind bêje, hers û gir û nifrîna xwe bi ser xwe de birêje