Bê te jiyan naçe serî
Ger dil bi tere ne be cêwî
Te sir neda, te da serî
Ji dozêra tu buyî rêwî
Keldûmana dilê şehîdan
Rewa da bingeha jînê
Hişk û ter tev te şîn û şil kir
Jiyan kir her tişt bi xwînê
Xwîna te bê ava jînê
Bû heyvanê ji bo serxwebûnê
Giyan da dîroka gelan
Bu bawerî ji bo hebûnê