a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Bêhna Te Dikim

Tîn û germa havînê Ji qermûşa birînê Ji etona qurşînê Ji qermûçkên eniyan Bêhna cilê gundiyan Ji qêrîna sêwîyan Bêhna te dikim, bêhna te dikim Bêhna te dikim, lê dayê Rojên cejn û sersalan Ji dayîkên hevalan Ji axîn û mitalan Ji qêrîna Helepça Damarên bin kelepça Ji zora hov û hirçan Bêhna te dikim, bêhna te dikim Bêhna te dikim, lê dayê Ji dîliyên zîndana Ji arê bejna ciwana Ji nav stêrên ezmana Gava dergûş dihejin Dayîk lorîkan dibêjin Bê tirs şîrê xwe dimijin Bêhna te dikim, bêhna te dikim Bêhna te dikim, lê dayê Gotin: Hekîm Sefkan

Bêjebêje © 2015-2024