a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Birîndar im

Ji kaniya evinê me, ji axa jînê Giyanê min ji agir e, ji ava vînê Li her derê heme, wek bayê evînê tîrêjek im ji rojê me, ji germ û tînê Ne mirî me, ne zindî me, birîndarim ez Li ber keda şehîdan, nobedar im li her derê Pûk û berfa çiya xwarin, dest û piyên min Mayina bêbext vemirand, roniya çavê min Mija reş hat û xwe pêça, li hinavên min çar diwaran guviştine, bejn û bala min Ne mirî me, ne zindî me, birîndarim ez Li ber keda şehîdan, nobedar im li her derê Tîna agirê zerdeşt im, dengê derwêş im Ez xemla Adara sor im, şahî û êş im Awaza evîna bindest, meşa dirêj im Ahenga hestirên dayikan, ji we re dibêjim Ne mirî me, ne zindî me, birîndarim ez Li ber keda şehîdan, nobedar im li her derê Gotin: Hekîm Sefkan

Bêjebêje © 2015-2024