Xelîl Xemgîn
Bûka Cihanê
welatê min tiwî bûka cîhane
Hemî bax û bihuşt û merg û kanî
Şepal û şeng û şox û naz û gewr î
Gelek serîn û rind û pir ciwan î
Serî taca Selehedînê Kurdî
Enî roj e di birca asîmanî
Du birhên te kevanê Rustemê Zal
Du zulfên te ji tirên qehremanî
Riwê te agirê Zerdeşt û Mezdik
ji te hêstir û seraba kemûranî
Du levên te kitêba Hecî Qadir
zimane te ji benda seydayê Xanî
Çena te guhê Cûdî û Hewlêr
qirik eywan û taxa Kesrewanî
Di sînga te kitêba Zendevista
memik ferfûr e tê de neqşê manî
Du destên te tixûben tirk û iran
hero cengê bi tîren zerveşanî
Ji sînga te bi jêr de gelyê Laleş
ziyaretgeh e bo me her zemanî
Bi nişan û bi nan û xwîn rijandin
me dest girt û qelen da û tu anî
Serî û pa û zend û bazin tev bi hine
hemî sor in ji rengê erxewanî
Bi te em şa nebûn ev bû du sed sal
ji me dengê tivengan çûye banî
Bira, law û bav û ap û pismam
li ser te hev dikuştin di rengê pehlewanî
ji Loran ta bi Zazan tev bi xencer
dihatin hev li meydanê beranî
Bi talan û bi kuştin, hem bi sohtin
me konê şer li ser sînga te danî
Emîr û begler û paşa û axa
kirin wêran sera û birc û xanî
Li alîkî te deng û ceng û halan e
li alîkî seydayê Xewsê Sanî
Du derdên me hebûn, dijwar û xedar
xizanî yek ewê di her nezanî
Weke şêr û piling em diçûn hev
penêr rovî ji meydanê hilanî
Me ew rojên ciwanî tev bi derdan
bi zîravî, belengazî û şivanî
Here bûkê pepûkê jar û mestû
li ser sînga te zava man biyanî
Te reş daye serê xwe ber li ser me
li rokê dibî pîroz kitanî
CEGERXWÎN e kurê te her dinale
ji ber jana nezanî û xizanî
(Dîsgotin)
Helbest: Cegerxwîn