a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Çavreşa Min

Şêrîn û çavreşa min gelek delal e dîlber Ya Reb çi şox û şeng e ciwan û rind û nûber Narîn û bînxweş û geş qibla me aşiqan e Letîf û zehre-sîma şepal e wek gula zer Sîne çi gewr û boz e berdane ser du fincan Sed heyf û sed mixabin destê çepel herin ser Çen gewher û diran-zêr şekir ji dev dibarî Di guh de zerguhar im gerden belor û mermer Çavên nekilkirî, reş xweya ye poz bilind e Rû pût û lat û mabût zilfên siyah du ejder Weqs û qezeh du ebrû bisk û kezî ji maran Runiştî textê Dara taca keyan li ser ser Bi Ehreman nizanim pesnê wê ez çi bêjim Pûtxane pû ji bo min min ser keşî li hember Yarê te ez Cegerxwîn bêdîn kirim, kirim dîn Miftî ez im di eşqê rabe bikuj bi xençer Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024