a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Çiyayê Xerza

Berfa li ser heliya Çiyayê xerza dixemilîn, Dayê, dayê Gul û gulçîn vedibûn Kehnî û robar herikîn. Dayê, dayê Dîsa va ye buhar hat Şahî û cejna raperîn Mizgîna felatê tîne Çiyayên ku sor bûne bi xwîn, Dayê, dayê.. Çiyayê xerza xweşîne Bêhna Merwan xweş jê tê.. Min jî divê, ez bêhn bikim Xwîn ji nav dilê min tê Çeka wî her bernadim Arama min her pê tê Ger ez jî şehîd bibim Va ye kerwan li do me tê.. Bayê zivistana sar Herdemê ew namîne Vaye buhar li pêy tê Dibe şahî û mizgîne Çek û heyfa şehîdan Li erdê qet namîne Vaye gelê me şiyare Şêrê dil bi birîne.. Gotin: Hekîm Sefkan Muzîk: X. Xemgîn

Bêjebêje © 2015-2024