a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

De Were Lê

Rewşenbîrê Kurd ê nemir, Nurî Dersimî wiha dibêje : "Min jî li ser vê rêya dijwar Gelek kire qîr û hawar Da jibo we jî rojeki Dinya bibe gulbihar" Ax de were lê... ay der dê Xemê, derdê, mereqê elemê, birîna kûre ji destpêka emrê min de te xistiya nava dilê mine lê.. Jana girane, heba leglegê, ji destpêka emrê min de, te xistiye nava perdên dilê mine lê... Konê pêçayî daye ser milê mine, berê min da ye rê ya bê dawî ye, çerxa felekê min digerîne, nema tine dawî ya emrê mine lê.. Ho de bêje, lê de bêje, wê çawa here ji bîra min e lê... Wê çawa here ji bîra min, lekên xwînê li rû yê zinaran de, di şikeft û berqefan de hêjî hene hestî yên bav û kale min e lê... Jana girane, birîna kûre, tekirî mafê jîna mine, li her şevê mêhvanê xewna mnie lê.. Birîna xedare, şûna derba atoma qurşînê lê... Xwîna diherkîne mîna pêlên feratê gergîn bû ye, mîna çemê mînzurê, belkên berfê heliyane ji serê çiyayê dêrsimê de Destê xwe didim ser vê birînê, nikarim bigrim vê lehiya xwînê Tirsa min ji wê tirsê bimirim, nebînim xulexula ava çemê mînzurê Diherkînê, dixemlîne erdê kurdistanê, bi evînê lê... Tirsa mine nebînim, eba min bi dest min de ye, digerim li şikeft û berqefan, dicivînim li hev hestiyê bav û kalen xwe, da bixînim mezelên şehîd bûnê, ji tere rakim eşq û evînê lê... xemê, derê kulê lê lê... Gotin û Muzîk: Xeîll Xemgîn

Bêjebêje © 2015-2024