Xelîl Xemgîn
Delal
Delal..
Heylo lo delal..., lo weylo, loweylo...
xem û xeyala min heylo lo weylo...
Delal. Delalê min delalîne, siwarê hespê kihêlî nêrî kab hişîne
Telesma ser devê delalê min, simêlên sohrî henabîne bi ser rûyan de, şikestîne
Hogê binê beriyê, stêrka serê sibê, gelewêja birbangîne, lo wey lo...
Delalo wezo, ya bext reş û ser bi dumane wezo
ya dewran lê qulibiya ya wezo
Ya li ebrê Milan, li navbera çît û perdan û stûnê konan de
bext û miraz lê şikestiya ye wezo
na weleh, ya li ebra Milan weza ji delalî malê re nemayo weylo..... xem û xeyala siwarê dilê min kanî weylo...
Delalo were mala, wez bi qurbano were mala
Serê vê sibê ji pêşiya deriyê mala rabûn, sê karên, sê xezala..
Yekê xwe daye pêşiya delalê malê, herdu yên din, jêra hogir û hevale..
Yadê, dikim taştiyekê ji delalî malê re çêkim
wez dikim berxê berderiyê kozê
Yek salî, dolê wî beranî, jêre serî jêkim
di sinîka zîv û zêr de, bi birinca qerejdaxê, rûnê heft hîzan û kûzan, jê re lêkim, lo weylo..
Gava delalî malê qayîl nebe
wezê sîng û berê ubêda, stuyê gerden û morî û mircanan
bi zendên gistîr û bazina, bi hemêla qumrîka, jê re bi serda li bakim...
Yadê wez dikim delalî malê li ebra milaniyê bi rêkim
Wez dikim linga di zengê kim
Ji kef û nênukên hinekirî, ji bazinên zenda rihînekê di binê beriyê kim
Dikim delalî xwe berdim:
Li xêma binê berriyê, li deşta dûze
Li kendalên xûze..
Li girê Qermîtê
Li binê Mêrdînê
li qûça neyaran
Li erdekî bê pîvane
li kişandina şûr û mertalan
li qulibandina çeplên xweşmêra.
Li gurmîn û reqe reqa ewran
li şerekî mezin û girane
Wey xwidêyo, bavê min xêr û xweşiyê ji xwe nebînê
ev çi dîn û çi wijdane
Delalê malê
Bi tenha li hember hezar û heftsed siwarê Gêsan û Tirkan
Di şer û cenga girane..
Lo weylo... xem û xelaya siwarê min kanî delal
Gotin û Muzîk: Gelêrî