a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Delala Min

Hevala vîn û jîna min Dil û ziman û xwîna min Ketin û rabûna min Tunebûn û hebûna min Hevala min, delala min Tu yî tîna hinavên min Roniya herdu çavên min Hevala min, delala min Gula cejn û sersala min Tu xemên min direvînî Birînên min dikewînî Ta wek mûmê dişewitîne Ka jîna min bixemilîne Hevala min, delala min Rêya dozê tu biryar î Barê giran xweş dizanî Hevala min, delala min Gula cejn û sersala min Tu yî peyman û soza min Bayê xweşîn, bahoza min Nivîsara silavên min Bêhna kulîlk û gulên min Hevala min, delala min Gulbihara newroza min Hevala rê û doza min Hevala min, delala min Gula cejn û sersala min Gotin: Rûxweşê Zîvarî

Bêjebêje © 2015-2024