a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Dengê Saza Min

Wek kaniya li bin zinare Diherkîne ava sare Av dide sorgula min Xunav ji ber dibare Dengê saza min Xweş awaza min Axîn û keser Tev ji bo te Kedê didem ji bo evînê Kî bibîne, kî bixwîne Ked pîroziya jînê Ew bê qedir nemîne Dengê saza min nalîne Awaza wê bi axîne Ji kaniya jîn diherkîne Hunera te dikalîne

Bêjebêje © 2015-2024