a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Dîlbercan

Werin em gula biçînin Were were, were were dîlbercan Da gula û gulşen vejînin Were were, were were dîlbercan Werin ev gul çandine Were were, were were dîlbercan Dîlana keç û xortan e Were were, were were dîlbercan Erd û zeviyên şûv kirî Were were, were were dîlbercan Da şîn kin baxên jînê Were were, were were dîlbercan Gul û gulîstanên me Em jî bijîn li nav cîhan Av din baxê gulên xwe Êdî nemên bê xwedan Av din em jî bi xwîna xwe Ji dil bîn kin gulên xwe Werin em gula biçînin Were were, were were dîlbercan Da gul û gulşen vejînin Were were, were were dîlbercan Gulçandina li Mijdarê Were were, were were dîlbercan Şaxvedayîna li Adarê Were were, were were dîlbercan Rengvedana li Gulanê Were were, were were dîlbercan Gulnîşana hebûnê Were were, were were dîlbercan Şax berdan binya axê Rewa dîrok û çaxê Weku tava Tebaxê Tav da beden û şaxê Werin bi yek dil û can Şîn kin baxên Kurdistan Werin em gula biçînin Were were, were were dîlbercan Da gul û gulşen vejînin Were were, were were dîlbercan

Bêjebêje © 2015-2024