Xelîl Xemgîn
Doza Memo
Eman, eman... wey jarê ezim..
De îroj yadê buharekî xweş û rengîn bi xêr hatî
Çiya xemliyan
De wile yadê serê sîpan û xelatê qama xwe girêdiye
Bejna mihemedê min di nav de, di sera mij û doman..
De wile gelî gundî û cîrana, dîsa xeberek hatî, dibêjin, şerekî derketî di navbera xweşmêrên kurda û qolordiya sêrtê..
şerekî girane..
Ji êvara xwidê de, li çiyayên mamilan û bestan
ranewestiya cenga giran..
ji êvara xwidê de reqe reqa darê mitryalozan û şerefnala
tilê mihemedê min û hogir û hevala li ser darê mawîzerê
lawo ranewestîne..
Eman eman...law dilkê mino
Serê dayîka te bi te bilinde, lo şêrê mino..
Mihemedo lawo bejna te ji min re zirave...lawo ji şitlê rihanê
Erê lawo, ji eşiq û mereqa dilê minî xwînî yî kevir lêketî re
bila hişîn bida li çiyayên tetwan û Bedlîsê...Li deşta muşê...lawo li ber behra Wanê...
Erê lawo, şeva nîvê şevê bû, refê hogir û hevala hatin ber derîkê mala bavê min... simêlên bi ser lêvan de şikestîne..
Çavên min li şehra sûrmelî ya mihemedê min ket bû
di xwîna sor de xemilîne
Eman eman...law dilkê mino...
Erê lawo dilê dayîka te dike û dilezîne...
Lawo bi sund û qesem be, ezê reşa serê xwe girê nadim
lawo li serê xwe nagerînim..
Gelî gundî û cîrana di bextê wedame, hunê xeberê bişênin çar goşên welêt, de bila dahol û zurna yekê bînin..
Ezê dawetekê ji mihemedê xwe re li darxînim..
Heft roj, heft şeva daweta mihemedê xwe li darxînim
Li serê çiyayê kurdistanê mekanekî bibînim
Gora mihemedê xwe neqiş, neqiş bikim
lawo bixemlînim
Li ber serê te rûnim..
Wezê çeka mihemedê xwe rakim, di destê min de, ji mihemedê xwe re bilîlînim
Erê lawo piştî çûna te, hersê xwîçik û birayên te, ji tere..
Di vê rê yê de, wezê bişînim...
Eman, eman... şêrê welatê mino
Şîrê dayîka te li can û cesdê te helal be..
lo berxê mino...