a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Dunya

Weke herkesî bê derd, ez hatim dinyayê Min bîr bir û derd civiyan, min xistin tayê Ez neketim xem û taya malê dinyayê Ketim derdê rizgariya ji vê belayê War û welat çand û xweza diçin nemayê Her kes qayîl e, ker û lal e, tu deng dernayê qayîl nebûm bi vê rewşa bê pêjin û gêj Min tirs şewitand, kire ardû berda ber bayê bûm wêriya warê tirsan, çûm û rê dirêj çar hawîrên min bûn kelem, min guh nedayê yar nebûn û neyar pir bûn, min berneda rê ji bo bişkînîm stûna konê cefayê bûm dengê qêrîna milet, gaziya axê bûm dengvedan û ketim guhê dinyayê ker bûn, alê dostaniya mafê mirovan hejiyan li ber alên şewata xwezayê ji bo bibirrin dengê min, li min hatin hev min dîl revandin, anîne vir nava deryayê Helbest: Hekîm Sefkan

Bêjebêje © 2015-2024