a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Dûr Im

Dûr im ji te dûr im Dem giran nabûrin Dûr im ji te dûr im Roj giran nabihurin Te nabînim yar Sal mane stûxwar Te nabînim yar Gul mane stûxwar Durî zor e, zorî kor e Li bin destê neyar.. Leylanê şevê de Her dem bîra min de Xew nayê çavan Li hêviya rojê mam Durî zor e, zorî kor e Li bin destê neyar... Hêviya dil sibe roje Em her hene dimeşin Welat gelek xweş e Dilêm geş im Li hêviya rojê me Li benda rojê me Bê azadî nameşe Hêviya dil sibe roje Em her hene dimeşin Welat gelek xweş e Bê azadî nameşe Evîn gelek xweş e Bê azadî nameşe Durî zor e, zorî kor e Li bin destê neyar... Gotin: Seyidxan

Bêjebêje © 2015-2024