a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Em In

Çiya em in, em çiya ne, rengê me yek in Dilyar em in, yarê hev in, canê me yek in Ji kînê me diparêzin, ji neyarên xwe Em jî nobedarê wan in, weke çavên xwe Em guliyê çiya ne, em in xemla wan Cêwiyê dar û çeman e, em bûne ji wan Kes nikare vemirîne vê evîna me Kê xwestiye, ew têk çûye, li ber vîna me.. Em siwarê rojhelat in, xwediyê dozê ne! Sozdarên pakrewan in, bazê li ser çiyan e Bi bîr û bawer, em dimeşin, hêviya gelan e Di herka şevê, li benda rojê, rêwiyên sibê ne!

Bêjebêje © 2015-2024