Xelîl Xemgîn
Eman Heylê
Hey lê hey lê
Wey lê wey lê…
Şev û rojan
Ez di meylê
Tu şêrîn î pir ciwan î
Lêv ji sorê erxewan î
Kê bi vî rengî tu anî?
Wer di nav destê min danî
Hey lê hey lê
Xamekêşan xweş nivîsî
Heyv û roj in lê diîsî
Qelen pir e hezar kîsî
Kes niwêre te ramûsî
Wey lê wey lê
Şev û rojê, ez di meylê
Zirav bejnê nûzarokê
Kiras kinê li ser çokê
Por şevînê, xûfalokê
Bi şev, heyv û rûj î rokê
Şev û rojê, ez di meylê
Min xwedî kir bi xêzanî
Bi dil kulî, cangiranî
Mal û canê xwe l’ser danî
Jîn jî li min kir erzanî
Wey lê wey lê
Bilind bejnê serwa sehê
Enî rojê ebrû mehê
Neghanê vê remza te hê
Sed car wey li min lê
Wey lê wey lê
Gewher çenê şêrîn kenê
Hingiv di nav lêv û çenê
Berfa spî ji gerdenê
Naghê kesî bi xwestinê
Wey lê wey lê,wey lê wey lê
Reştemberî rengê şevê
Ebrû kevan ciwan çivê
Xwîn şêrînê wek hingivê
Rengê gulê lêv û devê
Şev û rojê, ez di meylê
Çavên belek çi mêrkuj in
Lêvên di sor çi xwînmij in
Bisk û kezî çi xwînrij in
Dêm û enî pir paqij in
Wey lê wey lê
Lêv şêrînê dêm şekerê
Carek me dît li ber pirê
Min bi çavan gazî kirê:
Ka ew evîna mey berê?
Gotin xweşê dilovanê
Gulê gazî kir rîhanê
Wer binêre vê cîwanê
Kê ev reng û rindî danê?
Reyhan kenî gote gulê:
Sêv gihiştin di paxilê
Bisk û kezî reşkakilê
Lêv dermanê derdê dilê
Wey lê wey lê,wey lê wey lê
Rista min a jı gewhera
Ronî didî rengê çira
Bira nadî destê bira
Min rêkirî ji jana xwe ra
Rabe ser xwe dilovanê!
Em derkevin ji zîndanê
Dest bi destên te hozanê
Da em herin Kurdistanê!
Wey lê wey lê,wey lê wey lê
Hey lê hey lê
Wey lê wey lê
Helbest: Cegerxwîn