a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Ey Însan

Ez ne xerîbê vê axê me Biratî ji hevparên axê dest pê dike Ku hûn min nas nekin wê kes we nas neke Ho mevano ji ku ve tê Berê te li ku de ye Tu koçer î yan rewî yi Xerîbê vê derê ye Ho birano ez bargiran im, dengbêj û tembûrvan im Mala min ser milan, rojê li gundekî mevan im Aşiqê azadiyê me, aşiqê bêhna gula Aşiqê roj û avê me, ar û ax, dest û zozan Helbesta min nemir e însan, gul edî meçilmise Bûk û zava bihevşa bin, zarok ji şevan netirse Jiyan mafe mirovan e, hesabê wê nepirse Fireh e dinya ya mezin, jîn çi hûr û çi girs e Dinya namîne bi rengekî, roj û şev demsal e Bayê li payiza rabe, ji bo daran ne heval e Yê ku konê zulmê vegirt, evinê nake mal e Ey Însan tu hê şiyar be,ku zor hat xwe vemale Ho mevano ji ku ve tê Berê te li ku de ye Tu koçer î yan rewî yi Xerîbê vê derê ye Aşiqê azadiyê me, aşiqê bêhna gula Aşiqê roj û avê me, ar û ax, dest û zozan Gotin: Hekîm Sefkan

Bêjebêje © 2015-2024