a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Ey Şehîd

Ey Şehîd şehîd jîna bêmirin Mêrxas û egîd rûmeta mezin Ey şehîd şehîd ey şehîd şehîd Ji bo Kurdistan û rûmetên wê Ji bo niştiman jiyan û axa wê Te zincîr qetand jîna xwe da wê Nepejirand te jîna bindestî Ne dîlî û jarî û gerdenmestî Ye kefen çirand jînek nû xwestî Dengê dilê te bû hêrsa mezin Tev lat û zinar pê dilerizin Gel rakir piyan bû tirsa mezin Gotin: Hekîm Sefkan

Bêjebêje © 2015-2024