Xelîl Xemgîn
Hatin Hatin
Hatin, hatin dayê wa hatin
Çendî şêrînin, gulê welatin
Wekî tîrêjên roja helatin
Dilê me hemiyan bo wan xelatin
Keç û lawên te ji cergê çiyan
Wane derhatin, bakin gundiyan
Xemla bejna wan, tirsa neyara
Mizgînya rojê, derya felatin
Çendî hogirin, dil bi evînin
Bi soz û biryar, ziman şîrînin
Şêr û egîdin, pilng û bazin
Li hember neyar zinar û latin
Gotin: Hekim Sefkan