a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Hatiye Nivîsandin

Hatiye nivîsandin hê Li ser bedena çinarê Li kenara reşbirînê Li ser destikên xencerê Li ser lêvên wan şehîdan Li keviya vê cegerê Li ser tîrêjên tên ji rojê Ku davêje yê pencerê Li xwîna xort û keçan Li kozik û li çeperê Li rabûna wan bindestan Li ser devê mawîzerê Li zîndanên reş û tarî Li ser basikên qemberê Di paxila jiyanê de Ketiye li ser kemberê Lî ser dilêm şax vedaye Mîna vê kul û kederê Li ser şaxên dar û beran Li ser pêlên kineberê Wekî rehê firezê ye Belav bûye li her derê Li ser lat û zinaran Hersan dide ye henerê Gotin: Mihemed Elî Heso

Bêjebêje © 2015-2024