a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Hemze

Lo îro warê meda şînek bûye Ev heft ro, heft şevine jana li me pêl nade Serê vê sibê dinya bi mij e lo bi dûman e Daholek lê dikevê, dengê wê pir giran e Lo pir giran e Keçên me tev xemilîne, her du çavê xwe kil dane Dîsa çi bûye hogirno çi bûye peşmergên me li hev civîyane? - Xeber anîn şehîd bûye qehremanek, Hemzeyê Şêr Lo pehlevan e pehlevan e Ne haware: Kela dilê lawo hêrsa mine.. Erê hogirno Erê hevalno! Serê xwe rakin, Hemze li ser milê xwe kin Lawo bi milyonan me hildaye Îro ew mêvanê weye, mêvanekî can ciwane Lo ew şehîdê doze, dilsozê pakrewane Erê çavbelekê dîyan Erê bazên serê zinaran! Şûrê cengê giran, Hemzeyên me gelekin! Lo sond û peyman! Di rêya wede! Vaye dişopînin tol a mezin Lo em hildînin em hildînin! Vaye em dimeşin: Serxwebûn nizing bûye! Jiyan buye serhildane! Ne haware: Kela dilê lawo hêrsa mine..

Bêjebêje © 2015-2024